Hevalê me Rênas li Êlihê di malbateke welatparêz de hat dinyayê.
Welatparêziya derdora ku tê de mezin bû, bû sedema ku di temenê biçûk de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas bike. Her ku çîrokên têkoşîna gerîlayan ku bi fedakarî û bedelan mezin dihatin kirin bihîst, xewna roja ku ew ê beşdarî rêzên gerîlayan bibe di dilê wî de mezin dibû. Hevalê me Rênas ku ji biçûkatiyê ve têkoşîna azadiyê nas kiribû, ji ber ku hin xizmên wî di rêzên gerîlayan de bûn û her weha ji çanda şoreşger a herêma ku tê de dijiya pir bandor girt. Hevalê me ku di dibistanên dewletê de, yên ku li Kurdistanê wek navendên asîmîlasyonê dixebitin, xwendin kir, êşa ku nikare zimanê xwe yê dayikê bi azadî biaxive bi xwe hîs kir. Wî dest bi pirsînê kir ku çima gelek ciwan PKK’ê wek alternatîfa jiyanê dibînin û lêgerînên xwe kûrtir kir. Hevalê me Rênas ku di xebatên ciwanan de cih girt, bi coşeke mezin dixwest di her qadê de beşdar bibe û di demeke kurt de di xebatan de pêşketinên girîng bi dest xist. Li her cihê ku hebû, bi kesayetiya xwe ya gihîştî xwest pêşengiya jiyanê bike. Şêwaza jiyana Apocî bingehê jiyana xwe kir û hemû derfetên pergala heyî red kir. Di dema xwendina zanîngehê de, bi alîkariya materyalên partiyê ku xwend, hişmendiya wî geş bû û biryar da ku rûyê xwe ber bi çiyayên gerîlayê ve bigire.
Hevalê me Rênas ku têgihişt ku jiyana azad tenê di qadên azad de pêkan e, di sala 2013’an de li Amedê beşdarî rêzên gerîlayan bû. Ji hevalên gerîlayê yên yekem ku rastî wan hat, bi germî, samîmiyet û hevaltîya wan pir bandor girt û bi biryardarî xwest beşdarî perwerdehiyan bibe. Perwerdehiya xwe ya bingehîn li Qadên Parastina Medyayê wergirt, di demeke kurt de xwe bi şert û mercên çiyan re li hev anî û piştre çû qada Heftanînê. Tecrûbeya xwe ya yekem a jiyana gerîlayê li vir bi dest xist û derfeta ku tiştên ku di perwerdehiyê de fêr bûbû di pratîkê de pêk bîne bi dest xist. Bi beşdariya xwe ya moralbilind û heyecanê mînakek baş nîşan da. Piştre çû Rojavayê Kurdistanê û li dijî komên DAÎŞ’ê yên ku dixwestin li Rojava komkujiyan pêk bînin, bi ruha fedayî ya Apocî şer kir. Di gelek operasyonan de cih girt û wek şervanekî pispor di gelek çalakiyên serkeftî de rol girt. Her çend di hin çalakiyan de birîndar bû, ji azm û biryara xwe ya têkoşînê tiştek kêm nebû û bi hişmendiyeke zêdetir vegeriya têkoşînê. Di Şoreşa Azadiya Rojava de xwedî kedeke girîng bû û piştî ku erkê xwe li wir qedand, pêşniyar da ku dîsa vegere çiyayên gerîlayê.
Ji ber ku gelek salan di pratîkê de mabû, kêmasî û têrnebûnên xwe rexne kir. Li Akademiya Leşkerî ya Mahsum Korkmaz beşdarî perwerdehiyan bû û armanca wî ew bû ku hem di warê leşkerî û hem jî di warê îdeolojîk de xwe kûrtir bike. Li ser perspektîfên wê demê xebitî û bingeh girt ku di her şert û mercan de erkên mîlîtantiyê pêk bîne. Li gorî parastinên Rêbertî xwe amade kir û perwerdehiya xwe bi serkeftin qedand. Li qada Garê beşdarî xebatên pratîkî bû û di xebatên ku hewcedarî ked û fedakariyeke mezin dikirin de cih girt. Hevalê me ku di her warî de dixwest bi jiyana Apocî re yek bibe û rengê xwe bide derdora xwe, mîraseke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin hişt. Bi kesayetiya xwe ya zana, afirîner, rastgo û samîmî û bi beşdariya xwe ya bêdilop, di dilê hemû hevrên xwe de şopên kûr hişt.
Hevalê me Rênas di 27’ê Cotmeha 2020’an de di encama êrîşeke asmanî ya li qada Garê de jiyana xwe ji dest da. Em wek hevreyên wî soz didin ku em ê her dem bi bîranîna hevalê me Rênas ve girêdayî bimînin û armanc û xewnên wî bêguman pêk bînin. Di serî de ji malbata wî ya hêja re û hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxî dixwazin.
30’ê Cotmeha 2020
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG





