Hevalê Rojhat li navçeya Gimgimê ji dayik bûye. Heyanî diçe leşkeriyê jî li gund dijî. Hevalekî elewî û zimanê wî kirmanckî bû. Li gund tevî malbatê bi cotkarî û ajalkariyê re mijûl dibe.
JANA DIL
Ne zeman dikariya pêşiya hêviyên te bigire
ne jî feleka bêbext
Tu wek barana demsala buharê diherikî
li nav mêrg û zevîyên bi bereket
Rûken Çayan bi navê xwe ya rast Nuran Bellier di sala 1991’an de li Geverê ji dayîk dibe. Ew di malbatekê welathez de bi çanda Kurdî ve mezin dibe. Di hawirdora wê de têkilî û girêdana ya bi malbatê gelek girîng e û pîvaneke bingehîn e. Ango ew xwedî lêderketina ziman, çand û sadiqbûnê li wir fêr dibe.
Fatma Îsmaîl, bi navê xwe ya şoreşgerî Amed Kîm di 29’ê Îlona sala 1981’an de li bajarê Hesekê ji dayik dibe. Fatma çawa ku çavên xwe li cîhanê vedike, rastiya dijminê xwe nas dike. Ew di serî de zimanê dayikê fêrdibe, yekser pîvanên welatpareziyê dike bingehên jiyana xwe. Li vir xwedî lêderketina çanda xwe wekê şerefeke mezin tê dîtin û dibe mijara ku dayîk pê serbilind bin.
Firat Berkpinar bi navê xwe ya şoreşgerî Nurhak Elbîstan li Mereşê ji dayîk dibe. Ew di nava malbatekê welathez ku nirxên xwe yên manewî diparêzê de mezin dibe. Firat di zarokatiya xwe de zû bi rastiya dijmin re rû bir û tê û bi lorînên dayîkan ya di derbarê qirkirinên welat de mezin dibe. Ew dizane ku xwedî lê derketina bi ax û welat wêrekî dixwaze, hezkirin û cewher dixwaze.
Sûzan Agrali bi navê xwe yê şoreşgerî Ronahî Cîlo di nava malbateke welathez de li Geverê çavên xwe li dinyayê vedike. Malbata Agrali li hemberî asimîlasyona ku dewleta Tirk li ser gelê Kurd ferz dike, ne rê daye dagirkeran, ne jî serî li ber zaliman tewandiye. Her çiqas ji ber welatparêziya xwe gelek rastî zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker bûne jî, lê dest ji doza ku pê bawer bûn bernedane û her tim têkoşiya ne.
Di vê kêliya ku ezê bîranîna xwe ya bi Rêber Apo re bi we re parve bikim, hestên cûr be cûr konên xwe di dil û mejiyê min de vedikin. Dibe ku ez nikaribim her kêliyê bînim ziman, lê bi qasî ku ji destê min were ezê van kêliyên ku min bi Rêbertî re jiyan kirî bi şêweyê herî xwezayî pênase bikim...
Sal 1996 bû dema ku ez derbasî saheya Rêbertî bûm.
Rêheval Amed Rêdûr li navçeya Mîdyat a Mêrdînê di nava malbateke welatparêz û berdêl dayî de tê dinyayê. Malbata Ari ji ber zexta dewlêta Tirk bi neçarî sala 1996’an de koçberî Evropayê dibin û di sala 2002’an da vedigerin Tirkiyê.
Navê rast Mehmet Vural, navê tevgerê Siyabend Dijwar. Mehmet li Mêrdînê di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Ji ber ku di nava malbata Vural de tevlîbûnên ji bo refên gerîlayan hebûn, zextên dewletê jî gelek bûn.








