Di 2002’yan de li Rakka’yê rêxistinê nasdike û tevlî refên gerîla dibe. Piştî 2004’an ji Başûr derbasî qada Dêrsimê dibe. Di malbata hevalê Sadiq de tenê lawikek heye ew jî heval Sadiq e. Ji ber vê yekê jî pir şûm tê mezinkirin. Li Bakur bi fedakarî û bêhisabiya xwe dihate nasîn.
Rêhevalê Sîdar di 1’ê avrêla 1984’an de li gundê Tatargaziya Melezgirê li malbateke welatparêz tê dinê.Dema li gundê xwe ye tenê 3 salan diçe dibistanê Piştre dest ji dibistanê dikişîne. Lê neçe dibistanê jî xwe bi pêş dixe û li derveyê gund dikeve li nav xeyalên cîhana xwe ya mezin.
Behskirina te divê ji ku û çawa bê destpêkirin… Hîna wekî duh li ber çavê min e derketina te ya rê û hîna wekî duhî di bîra min de ye ew bîranînên me, helbestên kut e li akademiyê ji me re dixwend…
Rêhevalê Celal di sala 1992’an de di temenekî pir ciwan de tevlî refên gerÎla bû. Malbata wî malbateke welatparêz e. Em li qada Zapê bi hev re mabûn. Ji 2003’an hetanî payiza 2004’an em li heman tabûrê man. Divê mirov kesayeta rêheval Celal diyar bike. Rêhevalê me, bi rastî jî di temenekî pir ciwan de tevlî rêxistinê bû her wiha di derbarê çand û jiyana rêxistinê de tim û tim li pêş bû.
Ma temenek çi ye? Ji boyî vebêjer, şîroveyeke bi qasî destpê bike û biqedîne hêsantir çi heye. Baş e, ji boyî kesê ku jiyaye çi qîmeta vê vegotinê heye? Jiyana ku wate daye xemgîniya payîzê, biharê û zivistanê wê çawa bê ziman? Stendina hilmekê, vexwarina aveke sar, hesta rehetiya kêliyeke tenêmayînê ya ku mirov ber bi xeyalan ve dibe…
Cardin peyv li ser dilê min gonê xwe vedaye. Nizanim kîjan peyv bikar bînim ji bo ku bi karibe hestên min vegotin bike. Belê turîkê dilê min tijî hestên ku min ji bo te hewandiye hatiye dagirtin. Ew turîkê ku bi hest û ramanên hevaltiyê hatiye ti jî kirin. Min te di hûndirê dilê xwe de daye hewandin.
Gerîlla; erê gerîlla. Ev peyva bi şîroveyan dagirtî. Her yek ji me vê gotina Gerîlla gelek – gelek bikar aniye, çi di rojaneyên xwe de, çi di bîranînên xwe de, çi jî bi devokî aniye ziman...
Sal pey hev derbaz dibin bêyî ku haya wê hebe ka çiqas qermîçûk dinexşîne ser rûyên xembar, bêyî ku haya wê çêbe ka çend bîrînên bê heyam vekirine di dilê her yekî ji me da.








