Hevalê Hasan du gund de gelekî zorî û zehmetî kişandibû, me bi hev re jiyan kiribû. Me di ugndê Emoxanzê bi hev dû re kar dikir. Em di vî gundî de cîranê hebûn. gundê me gelekî xîzan bû, gundê me gelekî sakin û bêdeng bû û ji dinyayê xebera wî nebû û xwedî 20 malbatan bû. di vî gundî de karê herî mezin ku tu bikaribe zikê xwe têrbike.
Dema mirov hinek tiştan tîne ziman, pê re zehmetî jî xwe nîşan didin, nexasim dema mirov şehîdan tîne ziman, ew zehmetî qat bi qat zêdetir dibin û êşên pir kûr didin jiyandin. Çimkî di wê kêliyê de bîranînên ku hatine jiyîn, parvekirinên xweş, sohbetên germ, meşên bi coş, jiyana bi wan re û tim û tim li ser esasê rêhevaltiyê ew rihê wan ê bi hevaltiyê ve girêdayî, ew rûyê wan ê ku tim keneke germ li ser heyî, ew jiyana wan a ku tim bi têkoşînê derbas dibe hemû yek bi yek tên bîra mirov û bixwazî nexwazî êş dide mirov.
Rehevaltî hertim dibû çavkaniya jiyana me ya PKK ê. Rêhevaltiya jin jî di milê jiyanê de hertimî bi dilpakî û bi girêdanekî mezin xwe nîşanî hevalbendiya PKK ê da. Wek Bêrîvan, Bêrîtan, Zîlan û Viyan. Kevneşopiya ku ji wan hevalan digirt û riyekî rast de dixwaze ew kevnoşopî bie meşandin. Û bike jiyanek azad a jinê û civakê.
Malbata me bi gîştî welatparêze, lê yên ne welatparêz jî hene. Bavê min di sala 1995’an de şehîd dikeve. Di sala 1993’an de dema ku gundê me xirab kirin ji ber vê em derbasî başûr bû. Piştî demekê em derbasî wargeha Etrûşê bûn, ji derbasbûna başûr heta wargeha Etrûşê êdî naskirina hevalan çêbû.
Destpêkê, nivîsandina hevalê şehîd her çiqas zor be jî, bi bîranîna wan ve hilgirtina wan a pêşerojê, deynê stûyê me ye. şehîdên me, heqîqetên me yên ku bi jiyana xwe her tim ji me re bûne ronî û hiştine ku em di têkoşîna xwe de xurtir û bi moral bin. Dilsoziya hevalê Ş.Erdal Reşo ya bi partiyê re, bi rêhevaltiyê re û bi nirxên partiyê re mirov di pratîka wî de didît. Me bi hevalê Ş.Erdal re şeş salan xebat meşand.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê têkildarî şehadeta gerîla Ekîn di daxuyaniya ku weşand wiha dibêje:
“…Hevala me Ekîn, wek milîtaneke YJA-STAR wek nûnerek hêja ya hêzên me yên bi taybet hatine amadekirin, sala bihurî jî feydeyeke mezin li şerê Botanê kiriye. Zanîbû di rêya Sorxwînan, Rozayan, Yildiz û Gulbaharan de bimeşe.
Navê min Dîjle Gilîdax e, di 1992’yan de hatime dinê û 21 salî me. Di sala 2010’an de tevlî refên azadiyê bûme. Malbata min welatparêz e û her wiha di malbatê de ji bilî min jî tevlîbûn hene. Min partiyê û hevalan di 8-9 saliya xwe de naskir. Lê yek bi yek danûstendinên min çênebûn. Lê têkiliyên malbatê bi hevalan re her hebûye. Li ser navê malbatê bi taybetî navê bavê min li pêş bû. Ev jî, piştî salan li ser min jî bandor kir û rê da ku partiyê zûtir û bêhtir nas bikim.
Bîranîna sala yekemîn ya 23 Hezîranê
2010 li çemê geliyê qizil kilîs. Roj çûbû ava cih dabû bê dengiya şevê av bi tena xwe û serbest diherikî. Lê dijmin tenê şiyar bû kemîna xayina pêşa aşik dida melevanî dikir.
Gerîlaya wêrek û serhildêr, Axîn Meşkan. Heval Axîn, di sala 1993’an de li bajarê Colemêrgê tê dinê û di sala 2010’an de beşdarî nav refên gerîla dibe. Rêhevala dilsoz Axîn di quntarên çiyayên zagrosan de, çavên xwe li jiyanê vedike. Ew di nav malbetekî welatparêz de mezin dibe.
Navê min Seîd e. Ez ji Gundikremo me. Gundikremo, gundekî li herêma Şirnex, qeza Şirnex e. Şirnex berî qeza bû, niha bajar e. Gundekî di quntarên Cûdî de ye. Ez di sala 1957’an de ji dayik bûme. Bi rastî serboriya min hinekî cihê ye. Min temenê xwe yê jidayikbûnê da dadgehê, ez di 16 saliya xwe de çûme leşkeriya tirkan.








