Ew li cih û warê fermandarê efsanewî Mahsum Korkmaz mezin bibû. Bi çîrokên fermandar Egîd Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir. Bi vê kelecanê ve gava xwe avête jiyana xwe ya nû. Û bi vê bîr û baweriyê ve li çiyayên Kurdistanê 24 çar salan bê navber kedeke bêhempa da.
Sibehek zû, tîrêjên rojê ramûsanekî dineqişîne ser bedena xwenavekî. Qêrîn bi bilbilek evîndar dikeve. Gulsosin diveciniqin di singa axê de. Bi wan re du rêwiyên evîndar bi xwe dihesin, çavê xwe vedikin û silavekî didin Roja pîroz. Dibe ku du sietan tenê xew kiribin lê ji wan re wer tê ku bi salane serê xwe danîne erdê û bi xewa Eshabulkehf ketine. Bê ku sedema wê bizanin, dengê gupe gupa dilê xwe dibihîzin. Tu dibêjî qeyê nû bi xwe hesiyane ku janek dilê wan diazirîne. Li hev temaşe dikin. Nizanin di wê kêliyê de bikenin yan bigirîn.
Ez her roj îlan dikim, ez, kesayetiyekî ku şerê bîrdozî û rêxistinî di asta herî jor de dimeşînim. Min wekî din xwe li we daye nasîn, gazî li we yekî tenê jî kiriye ma? Her kes dikare bê, derew û virên xwe biparêze, kesayetiya xwe ya ku bi hezar caran xelitiye bispêre!
Di cîhanê de yek ji karê herî zehmet ku deynin pêşiya mirov ew e ku mirov rêhevalê xwe yê şehîd ketî û te li pey xwe hiştî, ku te di jiyana xwe de kêlî bi kêlî şahidiya jiyana wî/ê kirî, we her tişt bi hev re parve kirî, hûn bûyî hevdozên hev û te ew ber bi dawîbûnê ve rêwî kirî, vebêjî ye.
Dema min heval Cîger 2003 an naskir, demekî pir kin de navberê me pir germ bû. Ango hevalek wisa bû ku diçû kûderê, kîjan alanê de disekinî hertim kêfxweşî û moralek dida derdora xwe. Wekî çawa Gîgerê mirovan jiyan dide mirov, ew heval jî hertim wekî cîgerekî xweşî dida derdora xwe.
İro ez li warê wî yê ku bi sala lê şerê azadiyê dayî, Botanê me. Jibo bîranîna vî fermandarê min ê mêrxas, bi çend gotinan be jî, ez dixwazim wî bi bîrbînim. Bi rastî jî anîna ziman a rastiya vî fermandarê mezin, zehmete û barekî giran e.Jiber ku ez çiqas bînim ziman, ewê kêm û nebesbe.
Zarokê botanê zarokê çiyayê Cudî, zarokê malbateke bi rûmet, zarokê gele bi rûmet Heval Zafer.
Min heval di sala 1994’de naskir. Dema gel ji Bakûre Kurdistanê koçî başûre Kurdistan buyî me hevdu li herema Haftenînê dît. Heyanî sala 2001 an em bi hevre bûn. Haskırına me ya despekê di demek pir êşda çêbû. Wî demi me zedê wate nedida vê jiyanê.
Ji bo deyndarî hevalê Erdal nemînim û ji boyî wesiya wî dê biçim Gabar’ê
Tu ji boyî wesî, hesret, evîn û xeyalên xwe pêk bînî te dest bi vê meşa xwe ya bi wate kir. Gabar gelek şoreşgerên mîna te di hundirê xwe de hewandiye. Her wiha gelek pakrewanên mezin afirand. Wek Egîd, Adil, Erdal û bi hezaran fermandarên mezin parastiye Gabar.
Dîrokeke biêşe Botan. Navenda vejîna mirovahiyê, pîrozbûnek bêhempa dide axa wê. Erdnîgariya wê, gelek êşên mezin kevin kir. Çawa ku îro xwe bi rabirdu xwedî dike û digihîne dahatu, axa Botana qedîm jî bi berxwedan û têkoşînê xwe gihandiyeroja me. Gelek şer û pevçûn, artêşên dagirker xwestin axa wê ya bihûştîn bikin dojeh.








