Berxwedanî hertim bûye paya ciwanên Kurd. Qîrîn û banga azadiyê jî her tim bûye paya gelê Kurd. Bêhêvîtiya gelê Kurd ji nûve zindî kirin wiha nehêsan bû.
Navê wê Ronahî, Ronahî Axîn...
Ew çavên xwe di malbatekî welatparêz de, li dil û paytexta Kurdistanê ango li Amedê vekir. Zarokatiya wê bi şanaziyek û kedekî mezin li gundên Amedê derbasbû. Carna bi destên qelişî carnan jî pêxwas...
Rêheval Sarya Onur di sala 1995 an li navçeya Serdeştê ya girêdayî Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk dibe. Rastiya têkoşîna gelê Kurd a ku ji fîlmê şehîd Berîtan temaşe dike di jiyana wê de serdemekî nû ava dike û lêgerîna jiyana azad ji wê gavê şûnve destpê dike. Hêj di zarokatiya xwe de bi kiryarên dijmirovî a rejîma Îranê re rû bi rû tê ji ber vê her tim berê xwe dide quntarên çiyayan lewra hembêza çiyayên bilind her demî ji bona zarokên agir û rojê cîhên herî bi ewlehî bû.
Her tevger û gel girîngî didin şehîdên xwe û wana bi rêzdarî bi bîr tînin. Di mirovatiyê de, şehadet nirxekî herî pîroz û watedar e. Ger kesek ji bo azadiya welat, gel û nirxên mirovatiyê li dijî dagirkeran têkoşîn bike û di vê oxirê de jiyana xwe ji dest bide, ew şehîd tê hesibandin. Lazim e mirov şehadet û mirinê tevlihev neke.
Mirov hebûnek çawa ye û dixwaze çawa bijî? Ger di gerdûn û xwezaya me ya îro de mirov bi exlakî û wîjdanî bersiva van herdû pirsan bida û li gor wê jiyan bikira, dibû ku ewqas êş û nexweşî nehatibana jiyîn. Ji ber ku di hişmendiya desthilatdariya cîhanî de mirov jî, wek zindiyek di gerdûn û xwezayê de di nav diyalektîka bê hev jiyan nabe de xwe kor û ker kiriye, êşa giran îro civak dikşînê û zirar dide tevayê xwezayê.
Hevalê Çetîn jî yek ji zarokên xaka pîroz a navbera Firat û Dîcleyê bû. Vê xakê malavanî ji mirovatiyê re kiriye û bûye malzaroka civakbûn ûê navenda jiyanê. Ev xaka pîroz, ne tenê bûye bingeha jiyanê, heman demê bûye warê berxwedana li dijî zilm û hêviya jiyana azad. Ji ber vê jê re tê gotin “warê pêxemberan” û pîroz tê dîtin.
Ji bo azadiya Rêber Apo pratîkeke têrker pêwîst dike ji ber vê yekê em weke milîtanên Rêbertî bi sekna Apoyî dikarin dijmin bi bin bixin û tola hezaran salan jê bigrin. Emê bi çalakiyên xwe ji tevahiya cîhanê re bidin nişandan ku em bê Rêbertî nikarin jiyan bikin û ji bo ewlehiya Rêbertî emê heta dawî berxwebidin.
Serkeftin kedeke bêhempa dixwaze
Diherike weke çemekî ev jiyan, ne diweste, ne jî radiweste. Bê destpêk û bê dawiye, her tiştî di nava xwe de dihewîne. Pîrozî û lanetî, azadî û koletî, kirêtî û xweşikbûn, berxwedanî û xiyanet, wekhevî û bê edaletî… Wiha diherike ev jiyan û tevî dîroka bîr û baweriya mirovahiyê dibe. Ne sînor, ne jî bendavên pergala serwer nas dike, wiha didomîne rêya xwe.
Dem baş rêhevala min Ronahî
Ji ku ve destpê bikim û hestên xwe çawa bînim ser ziman ez jî nizanim, lê ez ê bi kurtî ji we re qala rêwîtiya xwe ya ber bi qada Garzanê ve bikim…
Koma me ya ku berê xwe dida qada Garzanê heval Arjîn, Yerîvan Azadî, Rêzan koçer, Serwer Erzirûm, Dengtav, Mustefa û Êrîş Rojhilat e. Helbet ez jî di nava vê komê de me. Hemû heval pir bi kelecan in.








